Biçim derekê li benda min dimîne
Min di dergûşa xwe de dihejîne
Ew min bi xwe re digerîne
Di nava şerekî çar milî de
Di mal de şer ji der ve şer
Valahî mezin dibûn di nava min de
Bi şev nîvê şevê şiyar bibim
Ew dest ji bo min veqetandî ye
Bi dengên xwe bi rengên xwe
Beşdar dibin û li hev tên
Şerî nakin bikin jî ew lîstik e
Biçim derekê li benda min dimîne
Min di dergûşa xwe de dihejîne
Ew min bi xwe re digerîne
Zarokên hatîn jibîrkirin em bûn
Di nava şerekî çar milî de
Di mal de şer ji der ve şer
Valahî mezin dibûn di nava min de