Rojekê em ê biqîrin û biştexilin ez û tu,
Dema ku gotin ji devê me birijên wê bilerizin.
Em ê nefreta xwe bi carekê verşin rûyê wan,
Dema ku gotin ji devê me birijên wê biderizin.
Rojekê em ê biqîrin û biştexilin ez ez û tu,
Dema ku gotin ji devê me birijên wê bilerizin.
Em ê nefreta xwe bi carekê verşin rûyê wan,
Dema ku gotin ji devê me birijên wê biderizin.
Ku em peyivîn, em ê hesabê evîna xwe bipirsin,
Wê mijar weke potikeke kevn biçirin.
Ne yek, hezar dilê wan hebe em ê bişikînin,
Wê gotin ji devê me birijên û bişikên.

Em ê weke birûskekê dengê xwe berdin,
Wê dengê me li vê bêdengiya bêyom bikeve-bişewitîne.
Em ê hezkirina xwe kîte bi kîte pêşkeşî hezkiriyên xwe bikin,
Dema ku gotin ji devê me birijên wê bigirîn.

Em ketin gelek şeran di keştiya jînê de,
Me sozên mezin dan, bi sondên mezin,
Roja ku em stranên qedexe bistirên li qadan,
Ew ê gotin ji devê me birijin û dîn bibin.

Nebêje qey wê wanî here û em ê tim huş bin,
Ma şêrê di hûndirê me de wê tim di xew de be?
Bi halandan, em ê bêjin de bes e hey dewrana qehp..!
Dema ku gotin ji devê me birijin wê biteqqin.
Weke em tiliya xwe di çavên xerab re rakin,
Weke em girra xwe tifî rûyên bi qilêr bikin,
Kêliya em hêrsa xwe birjînin gotinên ji şûr jî tûjtir,
Ew ê gotin ji devê me birjin û har bibin.