Dema hêviyên ku daye min ji min distîne
Hîn bêtir ji te hez dikim
Her ku di încara min de gul vedibin
Û bi biharê re dibim heval
Her ku dinya li dor serê min digere
Hêrsa xwe di dilê xwe de digirim
Her ku mirov hezkirinê jibîrbikin
Hîn bêtir ji te hez dikim
Xezîneyek heye li aliyê min î çepê veşartî
Sirra dewlemendiya sermedî dihûndirîne
Dema şahiya min tevlî wê dibe
Hîn bêtir ji te hez dikim
Xezîneyek heye li aliyê min î çepê veşartî
Sirra dewlemendiya sermedî dihûndirîne
Dema şahiya min tevlî wê dibe
Hîn bêtir ji te hez dikim
Çiqas aliyê min î çepê jan bide
Te dikim kul û dixim paxila xwe
Çiqas hêviyên min bi avê de herin
Û kaş li ber min dirêj bibin
Çiqas bi rûyên bi qilêr bixapim
Hîn bêtir ji te hez dikim
Xezîneyek heye li aliyê min î çepê veşartî
Sirra dewlemendiya sermedî dihûndirîne
Dema şahiya min tevlî wê dibe
Hîn bêtir ji te hez dikim
Xezîneyek heye li aliyê min î çepê veşartî
Sirra dewlemendiya sermedî dihûndirîne
Dema şahiya min tevlî wê dibe
Hîn bêtir ji te hez dikim