Dilê min ji hûndirê min bardikir
Nerînên te di hûndir min de olan didan
Te aliyek min jî bi xwere dibir
Dîwarek din ji jiyana min hildiweşiya
Te kavilek li dû xwe dihişt.
Hişê min jî ji serê min diçû
Ciwanî li ser xeyalan mexel dihat deverû
Lê, destên te destê min dikûşt.
Evîn dimir, hestên min sêwî diman
Neyar ji min re difîkandin
Û Şeytên bi aqilê min dilîst.
Te havîn jî bi xwere dibir
Lodek tenêtî di paxila min de
Dema te destê xwe kildikir û dibişirî
Te hhavîn jî bi xwere dibir
Lodek tenêtî di paxila min de
Dema te destê xwe kildikir û dibişirî