LyricFind Logo
LyricFind Logo
Profile image icon
Lyric cover art

Yarekê Xeyalfiroş

Apple Music logo
Deezer logo
Spotify logo
Lyrics
Tarîfê yarê, bibêm
Ew serwerê selatîn
Gulî digehê kemerê
Zilfêne wê çîn bi çîn
Xalê li ser sînga wê
Mîna gulekê baxîn
Gogerçînek li asmîn
Îşev min li xewê dît
Xalê li ser sînga wê
Mîna gulekê baxîn
Gogerçînek li asmîn
Îşev min li xewê dît
Herdu lêvê wê yaqût
Didan hûr in wek goher
Li nav her gulistanê
Mîna serw û sinober
Tûtîya şêrînziman
Bîna fekê wê enber
Ew yara pir nûranî
Îşev min li xewê dît
Tûtîya şêrînziman
Bîna fekê wê enber
Ew yara pir nûranî
Îşev min li xewê dît
Ez Kerem û ew Eslî
Ez Ferhad û ew Şîrîn
Li wesfa yarê bêjim
Bi her awayî aferîn
Bilbil li gulê aşiq
Pê hemdeme û hem qêrîn
Ji bilbilê şêydatir
Îşev min li xewê dît
Bilbil li gulê aşiq
Pê hemdeme û hem qêrîn
Ji bilbilê şêydatir
Îşev min li xewê dît
Fistiq dev û didanan
Boz dikirin wek goher
Lêvê sor e mîna gul
Şêrîn ji şehd û şeker
Heyran im li vê husna
Li xwe kir zêr û zîwer
Yarekê xeyalfiroş
Îşev min li xewê dît
Heyran im li vê husna
Temaş kir li vê gewher
Yarek xweş xeyalfiroş
Îşev min li xewê dît
Heyran im li vê husna
Temaş kir li wê esmer
Yarek xweş xeyalfiroş
Îşev min li xewê dît

WRITERS

Ce’ferqulî Zengilanî, Rêwan Samîr

PUBLISHERS

Lyrics © O/B/O DistroKid

Share icon and text

Share


See A Problem With Something?

Lyrics

Other