LyricFind Logo
LyricFind Logo
Profile image icon
Lyric cover art

Milwarî

Apple Music logo
Deezer logo
Spotify logo
Lyrics
Çi dil hebû li Ferhat
Ji Şêrînê xwe bû dûr?
Jibo na karxezalê
Li çavên min nema nûr
Li dil nakeve hedûr
Ser bi bela,bi şûr im
Ji xizanî û ji nezanî
Tu xêr û ber min nedît
Ji salên xwe yî ciwanî
Ji emrê xwe yî xortanî
Ew dilberê şev û roj
Canê min xwarîye
Ew dilberê şev û roj
Canê min xwarîye
Kûda herim ji destê vî dil?
Çawa bikim ji destê vî dil?
Kûwa herim ji destê vî dil?
Çere bikim ji destê vî dil?
Çil qantirên nêramê
Nakişînin barê dil
Tu derya û deryaçe
Venamirîne şewata dil
Xeva nake arê dil
Çar demsalên sala par
Rojekî nebûm dilşad
Mîna bilbilê li serê gul
Şev û roj dikim lava
Şev û roj dikim feryad
Ew dilberê şev û roj
Canê min xwarîye
Ew dilberê şev û roj
Canê min xwarîye
Kûda herim ji destê vî dil?
Çawa bikim ji destê vî dil?
Kûwa herim ji destê vî dil?
Çere bikim ji destê vî dil?
Bê berhem, pûç û vala
Emrê min çuye berbad
Stûxar û gunehkar
Şermsar im ji destê dil
Xar û zar im ji destê dil
Li defterê zemanê
Ez kirime efsane
Bûye xerîdarê can
Kirime dîn û dîwane
Bûm teredîn li çolan
Ew dilberê şev û roj
Canê min xwarîye
Ew dilberê şev û roj
Canê min xwarîye
Kûda herim ji destê vî dil?
Çawa bikim ji destê vî dil?
Kûwa herim ji destê vî dil?
Çere bikim ji destê vî dil?

WRITERS

Ceferqulî Zengilanî, Rêwan Samir

PUBLISHERS

Lyrics © O/B/O DistroKid

Share icon and text

Share


See A Problem With Something?

Lyrics

Other

LyricIQ Analysis

Top Emotion

Sadness

Sentiment
Thumbsup IconThumbsup IconThumbsup Icon
Theme

Gender identity and Sexual Orientation