LyricFind Logo
LyricFind Logo
Profile image icon
Lyric cover art

Li Dêrê Muxan

Apple Music logo
Deezer logo
Spotify logo
Lyrics
Ew ro ji mal yar derket
Vederket û peyam da
Kofî ji rû hilanî û
Carekê li min silav da
Kofî ji rû hilanî û
Carekê li min silav da
Ez mest û xerabî me
Li vî dêrê Mûxan da
Min kes tunîne ji xeynî te
Li darê eman da
Ger rehma te neyê axir
Mirî me ez ji xeman da
Rind nas dikim te Xezalê
Li deşt û li çiyan da
Li zahir û li batin
Aşîkar û nehan da
Navê te yê delal şev û ro
Digerînim li ziman da
Dilber çav tijî kil kir
Bejna xwe bi min nimand
Mîna ew ê go "Enel-Heq"
Min di ber darê hilkişand
Serxetê vê qedera min
Jixwe ew ro bi dawî hat
Ez mest û xerabî me
Li vî dêrê Mûxan da
Min kes tunîne ji xeynî te
Li darê eman da
Ger rehma te neyê axir
Mirî me ez ji xeman da
Wî de Pîro !
Revî ronî ji jîyanê
Jibo şevtarîyan berbang nayê
Gezel zer bûn ji sermayê
Li newalan xûşîn nayê
De em heta kengî
Bi vê rewşê ?
De rabe êvar e
Veke çavan !
Ey nûra nûran
Ey pîrê mûxan

WRITERS

Rêwan Samir, Ibnî Xerîb Çarmexanî

PUBLISHERS

Lyrics © O/B/O DistroKid

Share icon and text

Share


See A Problem With Something?

Lyrics

Other