LyricFind Logo
LyricFind Logo
Profile image icon
Lyric cover art

Heyva-Rû

Apple Music logo
Deezer logo
Spotify logo
Lyrics
Dîsa xemê eser kir
Li vî dilê hezîn e
Arê eşqê ser kişand
Şewitand qelb û sîne
Eql û dîn ji min istand
Ez kirim zar û dîne
Sirrê minê veşartî
Li xelkê bû eşkare
Dîsa xemê eser kir
Li vî dilê rezîl e
Ta min carê mêze kir
Li wê yara metîn e
Eql û dîn ji min istand
Ez kirim kerr û gêje
Sirrê minê veşartî
Li xelkê bû eşkare
Va razê minê pênhan
Li xelkê bû yeqîn e
Mem henar û lîmûn e
Bejnê mîna billûr e
Bêhempa bû li dunyê
Li dar xist şerr û şûr e
Taqet li xelkê nema
Baz dan hilm û sebûr e
Kufir nebi dibêjim
Secde kirin zerûr e
Ger li zahir nêzîk e
Li batin ew ê dûr e
Her çend li zahir nêzîk e
Li batin ewqas dûr e
Bi heft qeleman kişand
Mîna gulê heft reng e
Birûyên wê wek kevan
Mijangên wê xedeng e
Sîmûrxê nêçîr dike
Bi awirên tûj xençer
Wexta dît ew Şex Senan
Kafir bû bê dereng e
Bi heft Qeleman kişand
Neqşê Xwadê ecêb e
Li bedenê tunne çek
Ne sitr û ne kiras e
Dilê Xaliq bixwaze
Çê dike bêkêmas e
Tunne li heft iqlîman
Heyva-rû, pir qeşeng e
Teva gişk lê heyran in
Îns û perî û melek e
Mem henar û lîmûn e
Bejnê mîna billûr e
Bêhempa bû li dunyê
Li dar xist şerr û şûr e
Taqet li xelkê nema
Baz dan hilm û sebûr e
Kufir nebi dibêjim
Secde kirin zerûr e
Ger li zahir nêzîk e
Li batin ew ê dûr e
Her çend li zahir nêzîk e
Li batin ewqas dûr e

WRITERS

Rêwan Samir, Cefergulî Zengilanî

PUBLISHERS

Lyrics © O/B/O DistroKid

Share icon and text

Share


See A Problem With Something?

Lyrics

Other