LyricFind Logo
LyricFind Logo
Profile image icon
Lyric cover art

Hez

Apple Music logo
Deezer logo
Spotify logo
Lyrics
Hezê Digerim

Hezê digerim
Bi dilekî mişt hez
Nebînim bi ser ve, nebim jî ez
Ez ê ji dû venegerim

Hezê digerim, hezeke wisa
Safî, sebîl, ne miqabilî tiştekî

Û hîn hîn, mîna dilê mindalekî
Dibînim heza berxikê li dû makê
Dinêrim li çivîkê
Hêlîn li ber helakê

Hezê digerim, niha dizanim
Dengê xwezayê ye
Herikîna avê
Guvîna bê xuşîna spîndarê

Min xezalek wenda kir
Li vê pesarê
Dildarên xakekî nebûn
Şevrîyên çiyayekî
Li vê berêvarê

Dîsa welatekî
Li vê berêvarê

Hezê digerim
Di dilê welatekî de
Min ji welatekî hez kir
Li vî dîyarî
Hinek ji vî bajarê
Paşê dîsa ji welatekî

Mîna nanekî çar parî…

WRITERS

Arjen ARÎ

PUBLISHERS

Lyrics © O/B/O DistroKid

Share icon and text

Share


See A Problem With Something?

Lyrics

Other