To kî bêje min xewnî yan rastîy
Wek stêrekê lber assmana to hosa dfrrî
To kî bêje min pelî yan dhelî
Wek kukuxta dinav çema to hosat dqebî
To kî bêje min tavî yan heîvî
Lhindav jîyanê b evînu ronahîyêt dhelî
To kî bêje min sazî yan tarî
Wek bilbila bhizar denga to hosa djenî
Derîya herdu çavête hizar peîvu hizrin
Girnjîna royête pirawazê jdiln
Hesta hizrêt dîtnate bşevu roja dgêşin
Ew xewna hebunate bsalu heîvê dgeşin
Ezim cana van çîya dgel rojê jît helim
Rewşa evan aqara lkurdistana geşim
Ezim cana van baxça bihna gul sîsinim
Ew xatîna wa gunda bêrîya lber şevim
Te lnîva dilê min hêlînek çêkiru
Hemî rengêt jîyanê te lwê peîda kirin
Te lnîva dilê min gulistan geşkiru
Hemî rengêt gulava tel wê bellavkirin
To kî bêje min perîy yan zerîy
Wek xatîna geşnazdara to hosat behîy
To kî bêje min mazîy yan berrîy
Wek jîyana ewa dara to hossat dgehî
To kî bêje min kewî yan dqebîy
Jdurmandurî avandava to hossat dvejîy
To kî bêje min derdî dermanîy
Wek fêrisê hizar cenga to lvî sengery
Herdîtineka canîyate hestêt min sengerin
Gudarîa dengête Hozanêt Awazin
Fenda evan peîvêtte hizrêt minjî birin
Helîna vê eşqate taristan ronkirin
Nêzîku dîrîyate şoxu şengu hişin
Axînêt dîyrîate rihu canjît mirin
Maqîlîa peîvête hozanêt ber dilin
Geşatîya hizrête çirayêt agirin
Belatînka êk carî bhizar renga dfirm
Xalxaluka du çengî u du nîşanjî lserin
Helheloka sê rengî kesku soro zerim
Kiça cîhana kurdî lkurdistana geşim
Herdîtineka canîyate peîvêt min hozanin
Herkenîyeka jidêmête hozanêt awazin
Te lnîva jîna min evînek geşkiru
Hizer rengêt xuşîya te lwê peîdakirin
Te bimaqîlîyaxu cuan peîv jî gutin
Hizer rengêt awaza te lwê strankirin