LyricFind Logo
LyricFind Logo
Profile image icon
Lyric cover art

Strana Mirinê

Apple Music logo
Deezer logo
Spotify logo
Lyrics
Piyana jiyana min hêj tejî û dagirtî şikiya
Emr û hestiyên min pê keserên giran heliya
Hêstir û girîn ax û zarîn
Ji derdê mirinê re ne tu derman in
Siha mirinê bi ser serê min de tê
Saeta min a dawîn lêdide
Mirininê li nêzîkî min kiriye
Xuya ye ez ê bibim mêvanê ax û qebrê
Ma ez çi bikim
Tiştek li destê min nemaye
An girîn, an stran û dilxweşî
Ez ê bistirêm
Ko hêj dest û tiliyên min
Ji darê tenbûra min hê sar ne bûne
Ez ê bistirêm
Mirin min dixapîne û dilorîne
Ez bûm, cîranê mirinê
Dengê wê ê zîz û giran tê
Û dikeve guhê min
Gava saz dişkê
Teqîn jê tê
Mîna teqîna tifingekê
Çira berî mirin û vemirandinê
Bi şewq û lehba xurt dibiriqe
Roj berî roavayî
Hîn mezintir û pehintir dibe
Bi tenê em; însanê qels û reben
Li ber mirinê
Hîn feqîr û belangaztir dibin
Rojên xwe ên borî tînin bîra xwe
Û wan dihejmêrin
Ax û ofa dikin û didin girî
Ma rojên borî çi ne
Ma kengê hêjayî girîn û hêstir in
Rojek e dîsa rojek e
Saetek e dîsa saetek e
Yê ko tê mîna şev û roja borî ye
Carna êş û xebat û kêf û şahî
Carana ax û of û girîn
Carna di nav gul u gihê
Carna di nav ax û herî
Û dawî
Şeva tarî bi ser me de tê
Yên ko ji nezanî û timakariyxwe
Dest davêjin salên berî û rojên borî
û wan roja di bîra xwe tînin
Destê xwe vedikin û parsekiyê dikin
Wê bibînin
Emrê çûyî venagere; rizqê çûyî na ye dewsê
Wê seh bikin
Hêviya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e
Ji bona min
Ko tu cara rehê xwe erdê ne da
çûyîn bê girîn û zehmet e
Ez ê herim
Mîna pelekî sivik
Ko ba ji darê diweşîne
Ez ê herim bê ax û zarîn
Bê şîn û girîn
Girîn û hêstir ji bona çi
Ez ê herim
Mîna ba û bablîsokê
Mîna av û ronahiyê
Xwedê dilê min
Li ser sindiyana jiyînê danî
Û bigirane û zompên qehr û xweşiyê
Lê da
Qehr û qîmeta saxiya min çi ye
Dilê min ji dinyayê sar bûye
Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim
Heta ko bikarim
Li ser rêka hêja bimirim
Xwe bidim kuştin
şeva tarî bi ser min de tê
Ez mêvanê gor û tirba me
Lê ez ê bistirêm
Ko hêj dest û tiliyên min
ji darê tenbûra min sar ne bûne
Ez ê bistirêm
Berî mirinê
Ax û zarîn, şîn û girîn ji bona çi
Ez ê bistirêm
Ko hêj dest û tiliyên min
Ji darê tenbûra min sar nebûne.
Ez ê bistirêm!
Strana azahî û serbestiya welatê xwe
Û dengê stran û tenbûra min
Li çiya û zinara
Li deşt û zozana
Wê deng bide

WRITERS

Celadet Alî Bedirxan

PUBLISHERS

Lyrics © O/B/O DistroKid

Share icon and text

Share


See A Problem With Something?

Lyrics

Other

LyricIQ Analysis

Top Emotion

Sadness

Sentiment
Thumbsup IconThumbsup Icon
Theme

Gender identity and Sexual Orientation