Ay lo mîro mûşê bişewite lo li berî bayê
De bila kula xwedê bikeve
Berê mala zabit û çawîşa û qumandaran
Wele çawa berê babê zibeyr
Dane hepisxana hey la mîrê min bûrsayê
Ez ê çi bikim bextê romê tunîne
Çi bikim begê malê wê bixapîne
Mîro ay lo mîro dibê havîn e
Li me hatî wextê lo van geniman
Berê mala zabit û çawîşa û qumandaran
Hey la mîrê'm lo nizam çima
Kêf û şahî ketiye nav komên neyara
Hey la mîro roja me derketî ji vartoyê
Lê şewq û şemalê daye qesr û qisûrê
Wele dibe ji êvara xwedê ve
Kef û şahî ketiye nav komên neyara
Were ha were meçe romê lo rom xayîn e
Ez ê çi bikim bextê romê tunîne
Çi bikim begê malê wê bixapîne mîro