LyricFind Logo
LyricFind Logo
Profile image icon
Lyric cover art

Ey dîlberê

Apple Music logo
Deezer logo
Spotify logo
Lyrics
Ey dîlberê, way dîlberê
Feryad ji destê kederê
Cur`ek ji ava kewserê
Wêran ez im, malim xirab

Subhan ji şahê zulcelal
Wey nazika sahibcemal
Wi xwendinê kirim betal
Weran ez im, malim xirab

Çavan hiltînî bi mest e
Cindiya misrî bi dest e
I kuştina min te bi qest e
Wêran ez im, malim xirab

Tu bi qesta min dikujî
Tu kafira, dil nasujî
Gelek sotim kirim rijî
Wêran ez im, malim xirab

Gelek sotim, kirim kibab
Kirye bi min, sed reng xirab
Ya "leytenî kuntû turab"
Wêran ez im, malim xirab

Ya "leytenî kuntû fexûr"
Wey nazika min te ji dûr
Bê hiş kirim xalê di hûr
Wêran ez im, malim xirab

Bê hiş kirim xalê di qer
Niskê siyah, zulfêd qemer
Işq û muhbeta min li ser
Wêran ez im, malim xirab

Sotim, birajtim bê `hisab
Lê pirsî bo kirme kebab
Kirye bi min sed reng `ezab
Wêran ez im, malim xirab

Sub`han ji şahê bi tinê
Xalek ji xala gerdenê
Ez dîn kirim berdam dinê
Wêran ez im, malim xirab

Işqa mecaz peyda bûye
Îro li min dijwar bûye
Hîvî dikim `heqîqî ye
Wêran ez im, malim xirab

WRITERS

Feqiyê Teyran

PUBLISHERS

Lyrics © O/B/O DistroKid

Share icon and text

Share


See A Problem With Something?

Lyrics

Other

LyricIQ Analysis

Top Emotion

Sadness

Sentiment
Thumbsup IconThumbsup Icon
Theme

Gender identity and Sexual Orientation