LyricFind Logo
LyricFind Logo
Profile image icon
Lyric cover art

Bêdewletî

Apple Music logo
Deezer logo
Spotify logo
Lyrics
Ji min ne pirsin, nebêjin tu çawanî
Ez weke Kurdistanê, par parî me
Weke Kurd'â, tim û tim kuşti me
Ez ne lalim dest girtîya welatî me
Bê zar û ziman, ez bê dewletî me
Li Enfalê bi hezara li gorê tomarî me
Ez kuştîyê bêhna sêva li Helepçe me
Weke Mihabatê ji emir kina me
Qazî Mihemedim li meydana çar çira
Li bin sê darê da, ez bê dewletî me
Li newala qesaba bin lata da veşartî me
Bin bîrên asîtê da hestûyên helyayî me
Li Roboskê sîy û çar canê qetilkirî me
Şêx Seîd'im li meydana Amedê da
Li bin sê darê da, ez bê dewletî me
Ji min nepirsin nebêjin tu çawanî
Weke Cizîrê li ber şetê firatê tîme
Li Şirnaxê xemla bûkên heznî me
Axîna dayikên birîndar li Geverê me
Kuştîyê bin zulmê, ez bê dewletî me
Li Sûrê bin jêrzemîna da qetilkirî me
Ber minara çarling bedelê azadiyê me
Weke Licê pêş çevê elama talan bû me
Li Misêbînê taxên xirabe û dor pêçkirî me
Girtîyê welatê xwe, ez bê dewletî me
Ez kuştîyê qetlîama Gelyê Zîla me
Li Dêrsimê komkujîya Elawîya me
Kolanê Gimgimê weke laşê tazî me
Li Xarpêtê qada genim wek Seyid Riza
Li bin sê darê da, ez bê dewletî me
Şengalê kuştîyê fermana heftê çara me
Li rojava weke Kobanê, dor pêçkirî me
Ji xweyên xwe qetyayî Weke Efrînê me
Wek zarokên reng esmer bê hêvî me
Li sînema Amûdê nav agir da şewitî me
Ez Kurdim rû vê cîhanê bi milyoname, li ez bê dewletî me

WRITERS

Seyfedînê Welekorî

PUBLISHERS

Lyrics © O/B/O DistroKid

Share icon and text

Share


See A Problem With Something?

Lyrics

Other

LyricIQ Analysis

Top Emotion

Sadness

Sentiment
Thumbsup IconThumbsup IconThumbsup Icon
Theme

Sexual