Qamişlo... Ne navek windayî li ser nexşê
Xwîneke cemidiye di fikrê me de
Qîrînek ji mele'ebê û taxan bilind bû
Bê dengiya salên giran şikand
Diwazdê adarê hat bê destûr
Zarok ji emrê xwe mestir bûn
Qamişlo.. Êşa nayê ji bîr kirin
Birîna te bi mer a sal li pişt sal
Navê te bîr tînin bi xwîn û çîrok
Ne bîranîne, ev nasname ye û dîrok e
Serhildanek bû agir di singa me de
Kobanî û عEfrîn û dêrik tevlîbûn
Distrênin tirbespî û amûdê û hesekê
Û dibêjin dirbêsî û girkê legê û girê xurma
Ji bîr nakin birîna girê sipî û serê kaniyê û çilaxa
Bijî zorava û şêx meqsûd û eşrefiyê
Maf jî winda bû di nav barûdê
Dayikan hewar veşartin ji tirsa şevek bê ronî
Çawa dixwazin ji bîr bikin
Li ser cada rijiya ye û dengê şehîdan hê di guhan de di bakê
Qamişlo.. Êşa nayê ji bîr kirin
Birîna te bi mer a sal li pişt sal
Navê te bîr tînin bi xwîn û çîrok
Ne bîranîne, ev nasname ye û dîrok e
Kes xemgîniya her salê naxwazê
Edaleta xwedê em dixwazin
Serhildan ne roj û heftiyek bû
Ne sûretek di erşîfê de ye
Qamişlo.. Êşa nayê ji bîr kirin
Birîna te bi mer a sal li pişt sal
Navê te bîr tînin bi xwîn û çîrok
Ne bîranîne, ev nasname ye û dîrok e