Gelo ji ber çi win hatin di vî demî de
Ew çavên belek ziwabûn ji hêstira
Û hêstir bûn cemed li ser riwên nazik
De bila biratiya aldaro bi qurbana we bê
Bi qurbana axa bin piyên bê pêlav bê
Ne demê hatinê bû, lê çibkin felek li me geriya
Dewran hişê me xemland bi hol û eqtanê
Ax kobanî, êşa dil bi xwînê
De bila biratiya saliho bi qurbana we bê
Bi qurbana axa bin piyên bê pêlav bê
Gelo ji ber çi win hatin di vî demî de
Ew çavên belek ziwabûn ji hêstira
Û hêstir bûn cemed li ser riwên nazik
Cihê me germa, li we dixwazin lêbûrînê
Lêbûrîn jî îda feyda nakê melakên xwedê
Ax xwedê, de bila ew jî bûba şervan
Bûba li ser dai'işan tofan û volkaan
Gelo ji ber çi win hatin di vî demî de
Ew çavên belek ziwabûn ji hêstira
Û hêstir bûn cemed li ser riwên nazik
De bila biratiya xerîbo bi qurbana we bê
Bi qurbana axa bin piyên bê pêlav bê