Biperçêxe, li pêş şûn bigre
Xwe keys bike baş keys bike
Hazir te destê şûştîye ji ar û fedîyê kerem ke rahêje ji dev û berîka xwedîyê
Di filîma xelkê de bilêyze
Çi ji te ye li jêr çi diqewime
Ji ser dikê wan peya nebe bilêyze
Rûpoşa rengereng li xwe ke
Çi ji te ye gîyan dê biqerise
Here nav civata xwe ji xwe ke
Zik têr e hê çav birçî ye
Kîler serdev û derî dada ye
Bermayîyên turên pêxwasa jî te li hev pêça û bada ye
Dilê mîrê xwe nehêle li dû xwe
Çavê te li kîsê me be bixwe
Bi qasî şeş kera bişuxule
Xem neke wê 'egît ji bo te bistrê
Govenda qeşmera sar neke şuxule
Ji garanê dûr nebe biçêre
Bi giregirên bi xêr û bêr e
Hundir genî bûyî ne xem e
Dev ji vî tolazî jî berde
Kêfa gurê pîr bike biçêre